Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kêmbûna dermanên Koronayê li parêzgeha Sinê pirsgirêkeke micid e

11:54 - 18 Tebax 2021

Parêzgeha Sinê gelek caran û zêdetir ji hemû parêzgehên Îranê tûşî pirsgirêka kêmbûn an destnekevtina dermanan dibe û kêmbûna dermanên Koronayê di wan çend rojên dawiyê de pirsgirêkeke micid e.

Nebûna beşeke derman û sêroman di wê rewşa dijwar a Koronayê de rewşeke gelek mitirsîdar afirandiye û beşeke dermanan di wê parêzgehê de dest nakevin û xelk neçarin li cihên dinê bi nirxeke çend beranberî wan dermanan bikirin û herwisa dermanên bi wec ên biyanî di wê parêzgehê de dest nakevin.

Dermanên bi wec ên taybet bi dil ku hewcehiyeke hestiyar ya nexweşan e di wê parêzgehê de peyda nabin û herwisa dermanê Ensolîn jî bi kêmî û zehmetiyan dest dikeve.

Di nexweşxaneyan de bi tenê beşek ji  dermanên Koronayê hene û xelk neçar beşa din a wan dermanan ji cihên dinê dabîn bikin.

Bilindbûna %300 nirxên dermanan û destnekevtina dermanên taybet bi Koronayê, dil û şekerê gefeke micid li ser canê xelkê ye.

Tevî ku berpirsên rejîmê wan dermanman dabîn nakin, bi berdewamî destnekevtina dermanan înkar dikin û hewlê didin ku neşiyan, xemsariya xwe û herwisa  girîngînedan wan bi canê xelkê perdepoş bikin.