
Hejamereke zaf ji perestaran piştî bi dawîhatina girêbestên wan digel zanîngehên pizîşkî ji kar hatine derxistin.
Endamê “Komîsiyona Silametî û Derman”a meclîsa rejîma Îranê, “Hêyderelî Abidî” baskiriye ku nexweşxane û navendên dermanî yên Îranê rastî pirsgirêka kêmbûna 100 hezar perstadarî hatine û niha hewcehiyeke lezgîn bi vê qasa perestaran hene.
Roja Sêşemî, 2`ê Hezîranê, hejmareke zaf ji perestaran di parêzgeha “Kohgîloye û Buyir Ehmed”, li ber derê parêzgariyê di bajarê “Yasûc”ê dest kirine bi xwenîşandanê û nerazîtiya xwe hember li ser kar derxîstinê wan nîşan dane, dirûşmên “wekî me Korona şikand lê ji kar bêpar bûn” û “padaşa cangorîkirinê, ji ser kar derxistin nine” dengê nerazîtiya xwe bilind kirin.
Herwisa Cihgira Wezîrê Tenduristî ya Îranê, “Meryem Hizretî” baskiriye ku di 3 bajarên “Ehwaz, Abadan û Dizful”ê hewceyiyeke micid û lezgîn bi kadrên dermanî û perestaran heye.
Rejîma Îranê bê berçavgirtina rewşa tenduristiya kadrên dermanî, perestatran û nexweşan, emraz û dermanên hewce bo wan dabîn nake û bê ti berawirdeke zanistî wan li ser kar derdixe û di rewşa metirsîdara Koronayê de jî, kadrên dermanî û perestaran ewlehiya canî û karî tinînin.