Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kêmbûna kepsolên gazê di bajarê Urmiyê de berdewam e

11:52 - 2 Îlon 2020

Heyameke ku kêmbûna kepsolên gazê di bajarê Urmiyê de berdewam e û her roj dora kepsolên gazê zêde dibe û ev pirsgirêke ji aliyê berpirsên pêwendîdar ve nehatiye çareserkirin.

Di piraniya dever û bajarokên bajarê Urmiyê de heta niha jî li hebûna gaza bajarî bêpar in û tevê vê pirsgirêkê jî, niha li hember kêmbûna kepsolên gazê jî rû bi rû bûne û ti berpirsek bersiva xelkê nade.

Xelkê bajarê Urmiyê dane zanîn ku, kepsolên gazê kêm peyda dibin û hin xelk hene ku di nav bazarên reş de bi nirxên çend beranber giran dikirin, û di wê rewşa Koronayê de û di hevayê germ de xelk neçar in ku ji bo kepsoleke gazê demjimêran di dorê de bisekînin.

Rejîma Îranê û berpirsên wê rejîma gendel, heta niha jî nekarîne pirsgirêkên xelkê yên despêkî çareser bikin, da ku çi bigihe pirsgirêkên din.