Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kêmbûna kepsolên gazê di Urmiyê de

12:11 - 28 Tebax 2020

Di piraniya dever û bajarokên bajarê Urmiyê de heta niha jî li hebûna gaza bajarî bêpar in û tevê vê pirsgirêkê jî, niha li hember kêmbûna kepsolên gazê jî rû bi rû bûne.

Pêka nûçeyên ku di nav torên civakî de hatine belavkirin, xelkê gund û deverên bajarê Urmiyê nerizayetiyên xwe dane xuya ku, nebûna kepsolên gazê pirsgirêkeke mezin bo wan afirandiye.

Xelkê nerazî dane zanîn: “Her çawa ku tê zanîn piraniya dever û bajarokên bajarê Urmiyê li hebûna gaza bajarî bê par in, û li gaza kepsolî bikar tînin, lê dema ku me serdana berpirsên pêwendîdar kir, wan kepsolên gazê bo me dabîn nakirin û dibêjin tewaw bûne, lê çend xulek piştre bo “Delalan” dabîn dikin û ew jî çend beranber giran difiroşine me.

Xelkê wan deveran di berdewamiyê de dane zanîn, di wê rewşa hovane ya aborî de, çandiniya me hawara me de nayê û em niha nizanin derdê xwe bo kî bêjin.

Rejîma Îranê û bi nav nûnerên wê rejîma gendelkar, di dema nêzîkbûna dangdanan de, hezaran soz û qewlên direw didine xelkê, lê piştre ti yek ji wan sozan bicih nahênin.