Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kêmbûna nan di nanpêjxaneyên Kurdistan û Îranê de bûye arîşeyek micid

12:34 - 19 Gulan 2022

Kêmbûn û dimjandina nan di nanpêjxaneyên Rojhilatê Kurdistan û Îranê de bûye pirisgirêkek micid li ser jiyana xelkê.

 Nanpêjxaneyên bajarên Rojhilatê Kurdistan û Îranê digel kêmbûna nan rû bi rûn e û her ev jî  bûye arîşeyek micid li ser jiyana xelkê.

 Pêka zaniyariyên gehîştinî bi malpera “Kurdistanmediya”yê li devera Mirgewera  girêdayî bajarê “Urmiye” û li bajarê “Şino” û “Pîranşar”ê û herwisa gundên li derdora wan bajaran, nan di nanpêjxaneyan de destnakeve û xelk neçarin çend demjimêran di rêza kirîna nan de bisekinin.

Herwisa hatiye ragihandin ku, pişk kirina nan hatiye kirin û rojane li destpêka karê nanpêjxaneyan de şêwreyên gund û bajarên li nanpêjxaneyan de dimînin û ji her kesekê re 2 heta 3ê nanan didin û para her kesekê 3ê nane û malbatên ku heşîmeta wan zêdeye rojane tenê dikarin 8 nanan werbigirin.

Kêmbûn û bilindbûna nirxa ard û genim di bazaran de gendelî û dizî di firotina pişka ardên nanpêjxaneyan de û herwisa kêrhatî nebûna berpirsên rejîma Îranê bona kontrolkirina kirîzan bûye sedema afirandina rewşek wiha di nav civaka Rojhilatê Kurdistan û Îranê de.