Pêka raporên rejîma Îranê bo her 25 nexweşan bi tenê peresdarek heye û amara dana kar bi peresdaran gelek kêmtir ji amara malnişînkirin, destberdan ji kar û derketina peresdaran ji Îranê ye.
Cihgirê Geşedan û Birêveberiya Çavkaniyên Saziya Nizam Pizîşkî “Hemîdriza Ezîzî” tevî Îşarekirin bi pirsgirêkên peresdaran got: “Kêmbona presdaran pirsgirêkeke gelek micid e û pêka raporan di çendîn parêzgehan de bo 25 nexweşan bi tenê peresdarek heye”.
Herwisa navbirî got: “Di wan çar salên dawiyê de Wezareta Tendirustiyê bi qasa hewce persdar vernegirtine û bi tenê hin caran û bi awayê demkî bi hejmareke gelek kêm kar bi peresdaran hatiye dan ku di hember derketin ji kar bi sedemên wekî, malnişînkirin, hewcehiyên lezgîn, koçberbûn û … gelek kêmtir bûye.
Navbirî îtiraf kir û got: “Bo her textê nexweşxaneyê di dijwartirîn rewşê de pêka pîveran 0.8 peresdar û di bajarên bêparkirî wekî Zahidan û … de gihîştiye bi 0.5 ku ew tirajêdî ye”.
Pêka standarda cihanî bo her texê nexweşxaneyê divê 4 peresdar hebin û Wezareta Tendirustiya Îranê hejmara 2.5 berçavgirtiye lê heta nekariye bigihîjin bi wê hejmarê jîku niha 0.8 heta 0.5 e.
Nedana mûçeyan, cudatîdanîn, dabînnekirina hewcehiyên peresdaran wekî alavên xweparastina wan, guhnedan bi pirsgirêkên peresdaran û çendîn mijarên dinê bûne sedem ku beşek ji peresdaran dest ji kar berdin û vernegirtina ciwanan wekî peresdar rewşa tendirustî û xizmetkarî bo nexweşan rastî kirîzan kiriye.