Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kêmbûna rêjeya pizîşkan li Îranê bûye pirsgirêkek gelek micid

13:00 - 24 Hezîran 2022

Berpirsê Heyeta Birêveberiya Nizam Pizîşkiya Tehranê “Moeyyid Elewiyan” gotiye ku %30 a Ofîsên pizîşkan li bajarê Tehranê hatine dayxistin.

Berpirsê Heyeta Birêveberiya Nizam Pizîşkiya Tehranê “Moeyyid Elewiyan” di hevpeyvîn digel nûçegihaniya “Ticaret Newes” ê de gotiye: “Eger rewş wiha berdewam be, heta 5 salên din em dê rûberûyê kêmbûna dijwar a pizşkan bibin. Xelkê me di salên bê de bo çareseriya pizîşkî dê neçar bibin serdana welatên din bikin”.

Herwisa wî berpirsê rejîmê gotiye: “Di 2 salên derbasbûyî de, %30 a pizîşkan ofîsên xwe di bajarê Tehranê de dayxistine. Bi sedema çend qatbûna xercê nexweşxaneyan, xelk nikare bo çareseriya pizîşkî serdana wan navendên pişîzkiyê bike, lewma rêjeya serdana nexweşan bo nexweşxane û ofîsên pizîşkan gelek kêm bûye”.

Pêka amarên rejîmê di sala 1398an a rojî de hejmara daxwaziya pizîşkan bo derkevtin ji Îranê kêmtir ji hezar pizîşkî bûye lê ew rêje di sala 1400an rojî de zêdetir ji 4 hezar û 300 pizîşkî daxwaza derkevtin ji Îranê kirine lê amara serast a derkevtina pizîşkan çend qatan zêdetir ji amara rejîmê ye.

Bi sedema bilindbûna nirxa hewcehiyên jiyanê, nebûna ewlehiya kar, nebûna dahat û herwisa nebûna paşerojek rohn bo pizîşkan û kadrên dermanî û peresdaran, piraniya wan dixwazin ji Îranê derkevin.