
Kurdistanmedia: Kêmbûna xwînê di saziya veguhastina xwînê ya parêzgeha Sîsîtan û Belûçistanê de, bûye arîşyeke metirsîdar.
Berpirsê giştî yê saziya veguhastina xwînê yê parêzgeha Sîstan û Belûçistanê ragehandiye ku, em digel arîşeya kêmbûna xwînê di v ê saziyê de rûbirûne û nesaxên vê parêzgehê hewcehiyeke micid bi xwînê hene, û hin girûpên xwînê di vê parêzgehê di rewşa kirîzê de ne , û metirsîdarin.
Herwisa navbirî got ku, Piraniya nesaxan hewcehî bi xwînê hene û benda alîkariyêne di nexweşxana de.
Wî berpsî di gotûbêja digel medyayên navxweyî de ragehand ku, nesaxên parêzgehê pêdvî bi xwînê hene lê di banka xwînê ya parêzgehê de, bi qasî hewce xwîn nîne.
Zêdeyî ji 3 hezar û 500 nesaxên talasimî û zêdeyî 1 hezar û 100 nesaxên taybet yên xwînrêjî û herwisa Astengiya kêmmînak a xwînê di nav nexweşên diyalîz û gurçikan de. û herwisa kesên ku rastî bûyeran jî tên ji vê pirgirêka nebûna xwînê div ê pêrîzgehê de, bêpar nînin.
Xemsarî û guhnedana berprisên rejîmê derheq dabîn nekirina pêdiviyên tendrûstiyê û hewcehiyên jiyan û îmkanên dersê di parêzgehên sînorî yên welat û ku neteweyên xerî fars jê akincîne, bûye sedem ku xelkê herêmên sînorî rastî arîşeyên wekî , nebûna xwendingehan, nebûna nexweşxane û kêmbûn û nebûna dermanan, heta betaliyê bin.