Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kêmiya ava gola Urmiyê egera rûdana erdhejê zêde dike

12:02 - 15 Çirriya pêşîn 2018

Kurdistanmedia: Mamostayên lêkolîngeha erdhejnasiyê ragehandiye ku kêmiya ava gola Urmiyê egera rûdana erdhejê zêde dike.

Mamostayekî lêkolîngeha navneteweyî ya erdhejnasiyê û muhendisiya erdhejê dibêje ku lêkolînên dîrokî ên erdhejê li parêzgeha Urmiyê nîşan didin ku gola Urmiyê ketiye cihekî de ku ew der egera rûdana erdhejê zêde dike.

Mêhdî Zari`i derheqê hebûna “gusel”ên çalak di nav gola Urmiyê de ragehandiye ku asta erdhejînê di derdora gola Urmiyê ji aliyê alavên nîşandana erdhejê ve têne nîşandan.

Wî herwisa gotiye: Bi sedema hilgirtina 20 milyardê sêca ji ava gola Urmiyê, di salên di navbera 1374-1392`an, îmkana rûdana erdhejê di encama guherînkariyan de cihê baldanê ye.

Vî endamê heyeta zanistî ya lêkolîngeha navneteweyî ya erdhejê ragehand: Bûyera erdheja 17`ê Banemera 1309`an ya Selmasê bi tundiya 7.2 û hebûna guselên xetên pêkhateyî ên çalak di navçeyê de nîşan didin ku rûbereke gellek berfireh di vê herêmê de heye ku dikare tê de erdhej rû bide.