Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kempêyna “Bergî Soz” li bajarê “Serdeştê” pêşvaziyek germ lê hate kirin

17:28 - 23 Kanûna pêşîn 2021

Kempêyna “Bergî Soz” ku roja Yekşemî 28`ê Sermawezê ji aliyê çalakvanên medenî yên xelkên bajarê “Serdeştê” ve bo heyama yek heftî amadekarî bo hatibû kirin, ji aliyê xelkê wî bajarî ve pêşvaziyek germ lê hatiye kirin.

Di wê pêşvaziyê de dukandarên firotingeha “Vahidî” li cihê cilûbergên kevin, cilûbergên nû bi wê kempêynê bexşîne.

Ew kempêyne bi giştî ji aliyê xelkê ve hatiye damezrandin û li 28`ê Sermawezê bo heyama yek heftî berdewam dibe û armanca wê, xirkirina solik û cilûbergên zêde yên malbatan e ku pişkek ji pirsgirêkên aborî yên malbatên hejar pê bê dabînkirin.

Bajarê “Serdeştê” li warê xizmetguzarî û pêşeyî de ji aliyê rejîmê ve ti girîngiyek pê nayê dan û ciwanên wî bajarî bi awayê sîstematîk rastî dehan kêşe û arîşeyan tên û xelkê wî bajarî roj digel rojê rastî krîzên aborî tên.