
Kurdistanmedia: Dewleta Amerîkayê bi armanca zextxistina li ser rejîma Îranê dest kiriye bi avakirina kanaleke “Online”, ku li dijî rêberên rejîma Îranê mijaran belav dike.
Berpirsên Amerîkayî bas ji vê dikin ku dewleta Trump bi armanca tûjkirina xelkê nerazî di Îranê de, û zextxistina li ser rejîma Îranê, bi armanca bidawîanîna beranmeya navikî û palpiştîkirina rejîmê ji terorîstan, û girûpên tundrê, kempeynek ava kiriye, ku di vê kempeynê de bi awayê “Online”, li dijî berpirsên rejîma Îranê axavtinan belav dike.
Li gora rapora “Reuters”ê ew kempeyn ji aliyê “Mike Pompeo” Wezîrê Karê Derve û “John Bolton” rawêjkarê ewlekariya neteweyî ya Koşka Spî ve tê piştgirîkirin.
Biryar e ku bi belavkirina axavtin û rohnîkirinên li dijî rêberên rejîma Îranê, di medya û torên civakî de, di biyavê siyasetên Trump bi armanca zexta aborî li ser rejîma Tehranê hevkarê Trump bin.
Di mehên borî de, komeke “twitt”an ji aliyê berpirsên payebilind ên Amerîkayê ve li dijî rejîma Îranê, li biyavê mehkûmkirina kiryarên vê rejîmê û piştgiriya xelkê Îranê hatine belavkirin.
Nûçegihaniya “Reuters”ê bas ji vê kiriye ku berpirsên Komara Îslamiya Îranê avakirina vê kempeynê ret kirine, û koşka Spî û Wezareta Karê Derve a Amerîkayê jî heya niha amade nebûn, ku div ê derheqê de tiştekî bêjin.