Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kêmtirxemiya berpirsên Îranê carek din kêşe bo xelkê çêkiriye

12:20 - 10 Kanûna Paşîn 2019

Kurdistanmedia: Barîna berfeke zor û kêmtirxemiya berpirsên rejîmê di paqijkirina rêûbanên Kurdistanê, di du rojên derbazbûyî de bûne sedem ku rê hatin girtin.

Roja Çarşemiyê, rêkefta 19-ê Befranbarê, şîpelekî berfbarîn û boran û sir û seqemê piraniya bajar û parêzgehên Kurdistanê girt, û bû sedema girtina rê û hatinûçûna xelkê bo bajaran û di navbera gundan de tûşî kêşeyan bûne.

Ew berfbarîna bûye sedema girtina rêka di navbera bajarê Urmiye-Şino, rêûbanên Sîlwanaya Urmiyê, cada Zêwe-Urmiye, Seqiz-Dîwandere, Seqiz-Bane, Seqiz-Sine, Merîwan-Sine, ku rêka hatinûçûna sedan tirombêlan girt û hemwelatî bi neçarî bo çend demjimêran di nav sirê de man.

Piraniya cade û rêûbanên Kurdistanê bi sedema çiyayîbûnê ve hemû salekê di demsala sir û seqemê de bi vî awayî berf digire, û berpirsê rejîmê û aliyên pêwendîdar yên rejîmê jî, derheq paqijkirina wan rêyane de çi pêngavek nehavêtine, an gelek direng berfa rêûbanan radimalin, ku kêşe di warê hainûçûna hemwelatiyan de çê dike.

Hevdem digel wê rewşê rê û cadên gelek bajaran bi tewawî bi cemedê hatiye dapoşîn, û bi vê sedemê duh şevê çend bûyer qewimî ne.