Fermandeyê Stada Fermandehiya Navendî yê Amerîkayê General “Kenneth McKenzie” gotiye: “JI dîtingeha Amerîka û hêzên çekdar ên wî welatî li Rojhilata Navîn, rejîma Îranê mezintirîn gef e; bi wateyek din mezintirîn ekterê xirab li deverê ye û tekeziya Amerîkayê li ser rawestan li hember gefên Îranê ye”.
Herwisa navbirî got: “Welatên wekî Koreya Bakûr û Îran, tevî wan hemû gefan, li asta Rûsiye û Çînê de nînin”.
“Kenneth McKenzie”, kiryarên girûpên milîs ên çekdarên girêdayî bi rejîma Îranê di deverê de wekî yek ji gefan binav kir”.
Berpirsên Amerîkayê berê û bi sedan carî li derheq gefên rejîma Îranê bo ser ewlehiya niştimanî ya Amerêkayê huşdarî dane; Serkomarê Amerîkayê “Joe Biden” li roja Pêncşemî 3ê Adarê, fermana “Rewşa awarteya Niştimanî” li dederheq Îranê heta salek din demdirêj kir.