Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Keremê Seyad koça dawiyê kir

13:29 - 28 Adar 2021

Keremê Seyad di temenê 82 saliyê de koça dawiyê kir û biryar e li roja Sêşemê li gundê Hako yê girêdayê bajarê “Talîn”ê  ku warê jidayîkbûna wî ye, bi axê bê spartin.

Roja Şemî 27ê Adarê, Revşenbîr, rojnamevan û pêşkêşkar û Serokê Radiyoya Yêrîvanê, Keremê Seyad, ku 50 sal li Radiyoya Yêrîvanê de kar kir di temenê 83 saliyê de li bajarê Yêrîvana Ermenistanê koça dawiyê kir Ku bi deng û xebata xwe dilê çand milyon Kurd geş dikir.

Keremȇ Seyad tev temenê xwe di pêxema pêşdabirina ziman, ҫand û hunura gelê xwe derbas kir.

Beşa Kurdî ya Radiyoya Yêrîvanê, bi ked û xebata kesên wekî Heciyê Cindî, Emînê Evdal û Xelîl Muradov di sala 1955an da dest bi weşana xwe kiribû.

Piştre, Keremê Seyad wekî berpirsê wê radiyoyê digel Tîtal Kerem û Leyla Kerem, Sîma Semend jî têde xebat dikirin.

Keremê Seyad di sala 1938`an de li gundê Hako yê girêdayê bajarê Talînê ji dayîk bibû û li Êrîvanê di zanîngeha wî bajarî de xwendibû. Keremê Seyad di sala 1960`an de di Radyoya Kurdî ya Yêrîvanê de dest bi xebatê kir û piştre jî bû pirêveberê radyoyê.

Seyad heta sala 2017`an li Radyoya Kurdî ya Yêrîvanê xebitî û herwisa  di rojnameya Riya Teze de jî dixebitî.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje civatgeha revşenbîrên Kurd û nemaze malbat, xizim û kesûkarên Xwedîjêrzaî û xwe hevparê xema wan dizane.