Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kerîm Qelatî

20:18 - 8 Nîsan 2014

H:Rehîm Gergulî

Kerîm Qelatî naskirî bi Kerîm Naylon, kurê Rehîm Qelatî, sala 1962(1341)’an li gundê Qarnê ya ser bi bajarê Nexedê hatiye dinê.

Kerîm Qelatî her di zarokatiya xwe de babê xwe ji dest dide û di temenê 7 saliyê de diçe xwendingehê, lê mixabin tenê piştî heftiyekê bi sedema destengî û hejariyê destan ji xwendinê dikişîne û heya temenê 18 saliyê mijûlî karê cotkarî û şivantiyê dibe.

Lê Kerîm Qelatî bi sedema vê ku ji xwendinê pir hez dike, kariye ku di xwendingeha Şoreşê de heya pola 6 a despêkî bixwîne.

Kerîm Qelatî nasyariya xwe bi PDKÎ re weha tîne ziman: “Ez gellek zarok bûm ku dayka min basa cangorîtî û lehengiya pêşmergan ji min re dikir, lê sala 1978(1357)’an Hacî Ehmedî û Îbrahîm Telac li devera Nexedê li nav gundan digeriyan û basa PDKÎ ji xelkê re dikirin û xelk dikirn endamê partiyê, wî çaxî min bi başî PDKÎ nas kir”.

Kerîm Qelatî herweha tevlîbûna xwe bi PDKÎ weha tîne ziman: “Demsla Payîza sala 1978(1357)’an ez bûm endamê PDKÎ û min peywendiya xwe tevî Sofî Kerîm Mehmûdî damezirand.

Lê piştî kuştara gundê Qarnê û di sala 1979(1358)’an de, min tevî 7 hewlên xwe li gundê Bayîzawê ku wî çaxî baregehên partiyê lê diman, xwe bi partiyê nasand.

Berpirsê baregeha PDKÎ wî çaxî Omer kerîmî bû. Omer Kerîmî pirsyar kir ku kişan ji we xwediyê jin û zaroka ne?

Sê kes xwediyê jin û zarokan bûn, ew sê kes şandin mala xwe û em 5 kes jî bû pêşmerge”.

Kerîm Qelatî roja herî xweş a jiyana pêşmergatiya xwe weha tîne ziman: “Rojên herî xweş ên jiyana min ev roj in ku ez pêşmerge bûm û Dr.Qasimlo hêj sax û silamet bû. Hertim min hîs dikir ku ez taze bûme pêşmerge û tu caran min hîs bi mandîtiyê nedikir”.

Di hember de jî Kerîm Qelatî roja herî nexweş a jiyana xwe weha bas dike: “Roja cejna Qurbanê bû, baregehên me li Cawkanê bûn, du pêşmerge hatin û gotin gelo we nezaniye ku teqe ji Dr.Qasimlo hatiye kirin û mixabin birîndar ketiye?

Piştre berpirsyarê baregehê hat û got xwe ngeran nekin û birînên Dr.Qasimlo ne giranin.

Mixabin her êwariya wê rojê xebera şahîdketina Dr.Qasimlo belav bû. Birastî bi qasekê nexweş bû ku min wusa hizir dikir ku duniya li ser serê min xirab bûye”.

Kerîm Qelatî dehreq jiyana xwe ya hevpar dibêje: “Sala 1986(1365)’an min tevî Zara Fetahî keça şehîd Îsma’îl Fetahî jiyana hevpar ava kir û berhema jiyana me jî 2 keç û kurek e”.

Kerîm Qelatî piştî pitir ji 30 sal pêşmergatiyê çavnihêriya xwe li hember PDKÎ weha tîne ziman û herweha hêviyekê jî dixwaze: “ Piştî zêdetir ji 30 salan xebat û pêşmergatiya berdewam, tenê çavnihêriya min ev e ku PDKÎ biser bikeve, eva ji boy min tev tişte, hem madî û hem jî me’newî.

Herweha take hêviya min ev e ku Kurdistan rizgar be û ez cardin vegerim Kurdistanê û bikarim seredana malbatên şrhîdan bikim û bêjim ax çiqas xweş e ku xwîna şehîdên me bi xisarî neçû ye”.

Kerîm Qelatî rû li xelkê Kurdistanê dike û bi vê peyamê dawiyê bi hevpeyvîna xwe tîne: “Peyama min bo xelkê Kurdistanê ev e ku her weke berê PDKÎ bi partiya xwe bizanin û piştevanê partiya xwe bin, seredana malbatên şehîdan bikin û di xweşî û nexweşiyan de tevî wan bin û herweha seredana malbatên girtiyên siyasî bikin, ji ber ku him şehîd û him jî girtiyên siyasê li ser bidestxistina mafên rewa ên gelê Kurd canê xwe jidest dane û di girtîgehên Komara Îslamî de ne”.
H: Rehîm Gergulî