Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kerubî piştî 11 salan hepsî kirinê, nahajî xema jinavçuna rejîmê dixo

12:27 - 6 Çirriya pêşîn 2021

Serokê berê yê meclisa rejîmê Mehdî Kerubî gotiye ku em hemî dibe yêk bin ji bona parastina rejîmê.

Mehdî Kerubî serokê berê yê meclisa rejîmê ku ewa bo heyamê 11 salne hatiye hepskirin, bi hestkirin bi wê yekê ku egera sernixûniya rejîmê nêzîk bûye, ragihand ku divê tewawiyeta rejîmê ji navçunê bête parastin.

Kerubî ku piştî maşkanêya binav hilbijartina sala 88ê ji encama hejmartina dengan bi zerera xwe û bi qazancê Ehmedînijad nerazî bû, hate hepsîkirin, lê zêdebarî ew hemî sivkatî û îşkenceya ku ji aliyê rejîmê ve bi wî û malbat û kesên nêzîkî wî hatî kirin, naha jî dilê wî ji bona parastina rejîmê lêdide û xema wî parastina wê rejîma dîktatore.

Kerubî bi fermana Elî Xamineyî ku hate binçavkirin, Piştî 11 salan mana di hepsê de, Kerubî di yekemîn axivtina xwe de got: “Esla Nizamê divê bête parastin û hivîdarim kêmasî û arîşe bêne çareser kirin”.

Kerubî û Mûsewî wekî berbijêrên nerazî ji encama hilbijartinê bi fermana Xamineyî hatne girtin û Kerubî bo heyamê 3 salan li cihekê hate hepsîkirin, piştre di mala wî xwe de hate hepsîkirin û hemî cure peywendî û axivtinek jê hatibû qedexe kirin.

Niha Kerubî dixwaze dest bide destê Xamineyî û alîkar be bo parastina rejîmê ku li ser herifînê ye.