Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kes di Îranê de dengê Kirêkaran nabihîse

12:56 - 1 Gulan 2020

Îro 1 ê meha Gulanê, Roja Cîhanî a Kirêkarane, û ev roje di piraniya Welatên Cîhanê de bo rêzgirtin ji Kirêkaran tête pîrozkirin.

Lê di Îrana jêr deshilata reşe rejîma Îslamî de, ne tenê rêz ji kirêkar nayête girtin û roja 1 ê Gulanê nate pîrozkirin, belkî her niha bi hezaran Kirêkar û çalakên Kirêkarî di heps û zîndanan dene.

Bi milyonan kirêkar ji mafê yasayî û bîmê bêparin. Bi Milyonan kesên ku bi Kirêkarî nanek dibirne mala xwe, niha bêkar mane, yan hatine derêxistin, yan miz û heqdesta wan hinde kêm bûye ku desta ji kar kêşane, yan heqdestê wan çendîn mehe nedanê.

Roja Kirêkar de, Kirêkaran heta mafê pîrozkirina vê rojê çinînin. Mafê xwenîşandan û mangirtin û nerizayetiyê çinînin.

Her bi vê minasibetê, parekî zafe Kirêkaran û Maostayan daxûyaniyekî hevpar belav kirin.

Di parek ji daxûyaniya wan de hatiye: Em daxwaza serbest berdana Kirêkar û Mamostayên girtî dikin, em daxwaz dikin ku mafê wekhev bo Jin û Mêran bête berçav girtin. Heqdest û hiqûq bila gorî xercê rojê be û li dema xwe de bête danê.

Rewşa jiyan û karê qata Kirêkar di Îranê de roj bi rojê xirabtir dibe û zêdetir dikevne bin givaşê.