Kurdistanmedia: Hecî Îsma`îl Minberî, kesayetî û xebatkarê berê yê PDKÎ, çû ber rehmetê.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Yekşemî 21`ê Rêbendanê (10`ê Şibatê) Hecî Îsma`îl Minberî, kesayetiyî naskirî û herwisa xebatkarê berê yê PDKÎ, li temenê 94 saliyî li gundê “Nêyer”, çû ber dilovaniya xwe.
Hecî Îsma`îl, di heyama salên 1362`an heya 1364`an, bi tohmeta alîkarîkirina digel PDKÎ, û digel birayî xwe yê bi navê Hecî “Cibra`îl Minberî” bavê şehîd “Enver Minberî” di girîgehên rejîma Îranê de bû.
Termê xwedêjêrazî, di nav girseya xelkê deverê de bi axê hate sipartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyî dibêje, malbat, xizm û kesûkarên navbirî û xwe şirîkê vê xema wan dizane.