
Kurdistanmedia: Kesayetiya dilsoz û nîştimanperwer li bajarê Bokanê çû ber rehmetê.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, xwedêjêrazî “Hacer Mewlodî” kesayetiya dilsoz û çalak a devera Pîrmihemedî a ser bi bajarê Bokanê çû ber dilovaniya xwe.
Xwedêjêrazî Hacer jidayîkbûya Paşbilax û akinciyê Haşîabada Kerêze bû.
Mala xwedêjêrazî bi awayekî berdewamî bibû cihê bêhnvedana pêşmergeyan, û gellek caran jî bo parîzgarî li pêşmerge û tîmên rêkxistinî(teşkîlatî) canê xwe dixîste metirsiyê.
Navbirî kesayetiyeke xweşnav û li malbateke nîştimanperwer û pêşmergeperwer û dostê pêşmergeyên Hêza Beyan a Bokanê bû.
Hêjayê basêye ku, malbata xwedêjêrazî Hacer xwediyê çend şehîdane.
Termê navbirî di nav girseya xelkê deverê de, bi axê hate spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat xizm û kesûkarên xwedêjêrazî û xwe şirîkê vê xema van dizane.