Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyê mezine Kurd û dostê PDKÎ koça dawî kir

12:05 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2021

“Yurî Şamil Nebiyêv” Serokê Rêxistina Hevkarî û Piştevaniya Gelê Kurd li Rûsyayê û Rêveberê Malpera Riya Teze koça dawiyê kir

Roja 6ê Tîrmeha 2021 an, Yurî Şamil Nebiyêv Serokê Rêxistina Hevkarî û Piştevaniya Gelê Kurd û Cîgirê Federasyona Navneteweyî ya Kurdên Yekîtiya Soviyeta berê li Rûsyayê û Rêveberê Malpera Riya Teze di temenê 68 saliyê de li yêk ji nexweşxaneyên Miskovê de koça dawi kir.

Yurî Şamil Nebiyêv di sala 1953 li Teblîsa Paytexta Gurcistanê li malbatekî Kurdperwer de ji dayik bû û piştî hilweşîna Yekîtiya Sovîyetê, berê xwe dabû Miskovê.

Yurî Nebiyên gelek xizmeta doza rewa ya gelê xwe dikir û hertim dilê wî bo rizgariya Kurd û Kurdistanê lêdida û ew dost û xemxarekî PDKÎ bû û berdewam peywendî digel Hizbê hebû.

Yurî Nebiyev kesayetiyekî dilsoz û neteweyî bû ku roleke berçav di yekîtî û tebayî ya di navbera Kurdan û belavkirina kultur û hizr û bîra neteweyî de hebûye.

Koça dawî a wî kesayetiyê siyasî û çandî yê Kurd xesarekî mezine bo gelê me.

PDKÎ sersaxiyê dide malbat û kes û karê  Yurî Şamil Nebiyêv û endamên rêkxistina hevkarî û piştevaniya Kurd û xebatkarên Rojnameya Riya Teze, û xwe hevparê xem û wê xisara mezin dizane, bila serê gelê Kurd sax be.