Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyê rewşenbîr û akademîsyenê Kurd Nadir Nadirov koça dawî kir

19:18 - 24 Tebax 2021

Rewşenbîr, akademîsyen, profesor Nadir Nadirov, di 89 saliya xwe de li nexweşxaneyeke Almatayê koça dawî kir.

Serê sibeha Sêşemiyê 24ê Tebaxa 2021 an, mixabin rewşenbîrê Kurd profesor Nadir Nadirov bi sedema nexweşiyê di temenê 89 saliyê de koça dawî kir.

Nadir Nadirov ku wek “Marşalê Petrol û Gazê” jî dihat naskirin û pisporê Kurdê Soviyeta berê û nivîskar bû, wekî kesayetiyekî Kurdperwer û xwedî ked, hertim di xema qedera gelê Kurd de bû.

Nadirov Serokê Fexrî yê Yekîtiya Kurdên Sovyetê û Endamê Navenda Gelên Kazaxistanê bû, ji sala 1993’an ve Endamê Herdemî yê Akademiya Zanyariyê ya Neteweyî ya Kazaxistanê bû.

Nadir Nadirov pitir ji Hezar gotarên zanistî nivîsandine.  Xwediyê 250 lêkolînên zanyarî ye û herwisa 35 pirtukên wî hatine çap û weşandin.

Du pirtukên wî li ser jiyana wî û jiyana kurdên Kazaxistanê ne.

Nadirov, ji sala 1996’an ve serperestiya kovara ‘Petrol û Gazê’ li Kazaxistanê dikir ku bi serpereştiya wî dest bi weşanê kiriye.

Nadirov bi hegera ked û zanista xwe, xwediyê çendîn xelatan e: Wekî

Pêşengê perwerdehiya Gel a Sovyet Sosyalîst’ (1967),

Xelata Dewleta Kazaxistanê ya Komarên Sovyeta Sosyalîst’(1980),

 Xelata Kedkarê Emekdar a Kazaxistana Komarên Sovyeta Sosyalîst’ (1982),

Xelata Kaşifê Yekitiya Komarên Sovyeta Sosyalîst’ (1985),

Petrolkarê Fexrî yê Yekitiya Komarên Sovyeta Sosyalîst’ (1991),

Endezyarê bê mînak yê Sedsala 20’an’ (2000),

Endezyarê Fexrî yê Kazaxistanê’ (2001)

Nadir Nadirov di sala 1981’ê de ‘Medalyaya Kedê ya Ala Sor’ a Sovyetê, di sala 1999’an de medalyaya ‘Hurmet’ a Kazaxistanê û di sala 2006’an de jî medalyaya ‘Dostik’ ê bi dest ve anîne û vergirtine.

Di sala 2003’yan de li Firansayê, ji hêla Yekitiya Piştgirîkirina pîşeya Navneteweyî ve, bi ‘Medalyaya Zêrîn’ hatiye xelatkirin.

Heman dezgehê di sala 2004’an de tevî ‘Medalyaya Napilon, nasnavê ‘Marşalê Zanyariyê’ jî daye Nadirov.

Pir mixabin ew zana û rewşenbîrê navdarê Kurdê Kazaxistanê Prof. Dr. Nadir Nadirov roja 24ê Tebaxê bi wan hemî şanaziyên xwe koça dawî kir.

PDKÎ bi koça dawiya wî zanayê Kurd xwe xemgîn dizane û sersaxiya xwe pêşkêşî malbat û kes û karê wî dike û xwe şirîkê xema wan dizane.