
Roja Yekşemî 24`ê Çirriya Pêşîn a 2021`an, “Qadir Xidir Feqê Birayim”, kesayetiyek xweşnav ê devera “Pişder”, piştî derbaskirina temenek pir ji şanazî û serbilindî koça dawî kir.
Xwedêjêrazî kesek nîştimanperwer û pêşmergedost bû û mala wî hertimî cihê bêhnwedana pêşmergan bû.
Tevî vê ku ew kesek nîştimanperwer bû, ew bavê pênc keçên şoreşger jî bû ku her pênc keçên wî digel pêşmergan jiyana hevpar pêk anîne û bûne piştevanê wan û hertimî jî şanaziyê bi rêbaza şehîdan dikin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarên xwedêjêrazî û xwe şerîkê xema wan dizane.