
Kurdistanmedia: Kesayetiyeke dilsoz û naskirî ya xelkê gundê “Nêyîer” çû ber dilovaniya xwe.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Pênçşemî 2`ê Reşemehê, Melîhe Nyîerî” kesayetiya dilsoz û naskirî a gundê Nîyerê, li temenê 86 saliyî de çû ber rehmetê.
Navbirî keçka Heme Miraw li sala 1311`an li gundê “Nîyer” a girîdayî bajarê Sine jidayîk bibû.
Xwedêjêrazî, yek ji kesayetiyên dilsoz û naskirî a gundê “Nyîerê”bû, û mala xwedêjêrazî, di dehkên 60`î de,berdewam bibû cihê hevandin û bêhnvedana hêza pêşmergê Kurdistanê.
Termê Melîhe bi beşdariya xelkeke berçav yê deverê bi axê hate spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyî dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî, û xwe şirîkê vê xema van dizane.