
Kurdistanmedia: Hecî seiyîd Xedîce Mûsewî keça helbestvanê Kurd seiyîd Baba Îsma`îl Berzencî naskirî bi Zebîhî û nevya şêx Ehmed Bezencî Xewsabad, roja Yekşemî rêkefta 23`ê Beframbara 1397`an, li bajarê Urmiyî çû ber dilovaniya xwe.
Xwedêjêrazî di sala 1309`î li gundê Şawane a girêdayî bajarê Şinoyî di malbateke xwedî bîr û Ayîn de, di malbata Şêx Baba Se`iyîd Berzencî Xewsabad a naskirî jidayîk bibû
Ew malbata mezin kesên xwedî zanist û helbest û êrfanê lê hikevtine, û navûdengtirîn ji wan Şêxbaba Se`iyîd Berzencî ye ku, bi sebeba dijberîkirina digel dewleta Usmaniyan, di serdema şerê yekem yê cîhanî de ji aliyê hêzên Usmanî li gundê Kerêze Gelî a nêzîkî bajarê Bokanê hate şehîd kirin.
Di serdemekê de ku gellek kêm derdiket ku jinek bikare mafê xwendinê hebe, Seiyîd Baba Îsma`îl Zebîhî, berewajiyî bavê wê serdemî, gellek rewşenbîrane keçên xwe hînî ders xwendin û têba sonetî dikir, heya ku xizmeta gel bikin.
Xwedêjêrazî hevjîna Hecî Rehîmxanê Rûyînten yê Mehmûdava bû, ,û li gundê Mehmûdava û bajarê Urmiyê de jiyana xwe derbaz kiriye, jineke bivêr û dilsoz a Kurd bû xema gelê xwe bi taybet jinên Kurd di dilê xwe de didît, her bi wê sedemê ye jî gellek cihan de, cihê mêrên navûdeng û mezin girtiye, hewl û têkoşîna xwe bo dawî anîn bi girftên gellek ji malbatên bajarên wekî Urmiye, Mehabad, Nexede, Şino, û Pîranşarê de, dewam kiriye, piraniya xelkê deverê bi beşdarîkirin di rêûresima bi axê sipartinê de, sersaxî gotine malbata wê û xwe şirîkê vê xema van zanîn.
Hêjayî basê ye ku, ev dayîka dilsoz di gundê Caşîran a girêdayî bajarê Şinoyî, li nêzîkî mezarê bav û kalên xwe bi axê hate sipartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxî dibêje malbat û kesûkarên xwedêjêrazî, û xwe şirîkê wê xema van dizane.