Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî Akademîk di Rojhilatê Kurdistanê de koça dawiyê kir

12:58 - 14 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Kesayetiyekî Akamedîk yê xelkê Kurdistanê ku li ser hizra siyasî û dîrokî ya Kurdistanê lêkolîn dikir, bi sedema celte lêdanê, canê xwe ji dest da.

Roja Duşemî, 23`ê Befranbarê, “Celal Hacîzade”, nivîskar û kesayetiyekî Akademîk ê xelkê bajarê Serdeştê, bi sedema celtelêdanê, çû ser dilovaniya xwe.

Dr. “Celal Hacîzade”, li ser hizra siyasî û dîrokî ya Kurdistanê û hizra siyasî a Îranê, bi hûrdekarî kar li ser kiriye.

Navbirî di piraniya belavokên Kurdî yên serbixwe de, gotarên xwe belav kiriye.

Ew nivîskarê Kurd, di hemû çalakî û hewla netewî de, bi awayekî xuya an veşartî amade dibû.

Ew kesayetî yê netewa Kurd, hemû çalakiyên xwendekaran ên Kurd rêkdêxist û di Rojhilatê de wekî kesekî Netwî-Akademîk dihate naskirin.

Navbirî çend caran ji aliyê navendên ewlehî yên rejîma Îranê ve hatibû gazîkirin û hişdarî jêre dabûn ku, êdî ti tiştekê neninîv e û dest ji nivîsînên li ser hizra siyasî ya Kurd berde.

Dr. “Celal Hacîzade”, Duktoraya zanist a siyasî hebûye.

PDKÎ, tevî xembariya xwe li ser koça dawî ya wî kesayetiyê Akademîk yê Kurd, sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarên navbirî û xwe bi hevparê xemên wan dizane.