
Kurdistanmedia: Kesayetiyekî dilsoz û naskirî yê xelkê bajarê Bokanê, çû ber dilovaniya xwe.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Şemî rêkefta 11`ê Reşemehê, Rehîm Ehmedî, û kurê Hecî Feqî Resûlî Tepî, çû ber rehmetê.
Mala xwedêjêrazî hertim, bibû cihê bêhnvedana pêşmergeyên PDKÎ li bajarê Bokanê.
Rehîm kesekî nîştimanperwer û heval û dilsozê pêşmergeyan bû, mala wî hertim bibû cihê bêhnvedana pêşmergeyan.
Xwedêjêrazî bi sedema alîkarîdana hêzên pêşmergeyan, çendîn caran rastî azar û îşkenceyên hêzên rejîmê hatibû, lê, navbirî heya dawiya jiyana xwe emegnasê xwîn û xebata ciwanên hizb û gelê xwe ma.
Termê xwedêjêrazî, di nav girseya xelkê bajarê Bokanê de bi axê hate spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyî dibêje, malbat, xizm û kesûkarên navbirî, û xwe şirîkê vê xema van dizane.