
Kurdistanmedia: Kesayetiyekî dilsoz yê PDKÎ, di bûyerekê de canê xwe ji dest da.
Roja Înê 12`ê Reşmehê Cemîl Necarî, kurê Ebdulrehman, xelkê bajarê Mehabadê, li temenê 43`ê saliyî de, piştî vê ku ji aliyî hêzên rejîma Îranê rastî gefxwerinê dibe, bi neçarî rû li Herêma Kurdistanê dike, lê mixabin li ser sînorê bajarê Bane dikeve nav avê, û canê xwe ji dest dide, piştî çend rojan ji aliyê xelkê deverê termê navbirî peyda dibe.
Termê navbirî di nav girseya xelkê deverê de, bi axê hate spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyî dibêje malbat û kesûkarên xwedêjêrazî, û xwe şirîkê vê xema van dizane.