Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî dilsoz li Mirgevera Urmiyê koça dawî kir

13:16 - 14 Nîsan 2020

Roja 14 ê Nîsana 2020 an, kesayetiyê naskirî yê herêma mirgever bi navê Çeto Xalidî kurê Ebdulla xelkê Gundê Girdiwan ê, di temenê 79 saliyê de koça dawî kir.

Navbirî piştî şoreşa gelên îranê û destpêka xebata eşkere ya Hizba demokrat, bi çeka xwe tevlî refên pêşmergên Hêza bergiriya Millî bû.

Piştî hingê weke Şêvr hate diyarîkirin û xizmeta Gundê xwe dikir.

Bi hegera bavira kure wi bi xebat û şoreşa Kurd, çendîn caran ji aliyê rejîmê ve hate destbiserkirinû eşkencekirin.

Hizba Demokrat sersaxiya xwe pêşkêşî malbat û kesûkarên wî xelkê gundê Girdiwan dike û xwe hevparê xema wan dizane.