Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî diyar û welatparêz li Urmiyê koça dawî kir

12:38 - 9 Kanûna Paşîn 2021

Kesayetiyekî xoştewiyê xelkê û ji malbatekî mezin, xelkê herêma Somayê koça dawî kir.

Roja Înê 8ê Kanûna Paşîn a 2021an, Esxer Îsmaîlzade, kurê Hecî Şêro xelkê gundê Howesnê ji herêma Somayê, girêdayî bi bajarê urmiyê, bi hegera nesaxiyê li nexweşxana Taliqaniya Urmiyê de, çu ber dilovaniya xudê.

Esxer Îsmaîlzade mirovekî xoştewiyê xelkê deverê û cihê hitbara hemî kesê bû.

Ew bi hegera mal meziniya babistîna xwe, hertim xemxwar û çareserkerê kêşe û pirskirêkên xelkê ve bû.

Esxer mirovekî kurdperwer bû û hertim dilê wî bo azadiya gelê wî lêdida, her lewma gelek caran bi hêceta alîkarî û peywendî hebûna bi PDKÎ û pêşmergan ve, dikevte ber gef û givaşên rejîmê, lê Esxer heta dawiya jiyana xwe teslîmê daxwazî û givaşên rejîmê nebû û herwisa serbilind û hejêkiryê xelkê û şoreşê ma.

Esxer piştî babê xwe wekî meznê malbatê cem xelkê dihate naskirin û hurmet jê dihate girtin.

Termê Xudê jê razî Esxer di nava girseya xizm û kes û karan, li gundê Howesnê bi axa Kurdistanê hate sipartin.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat û kes û karê Esxerê Hecî Şêro û xwe şirîkê xema wan dizane.