Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî mezin û binav û denge netewa Kurd koça dawiyê kir

13:01 - 27 Gulan 2020

Roja 25`ê Gulan a 2020`an (Barîyê Eliyê Paşê) di temenê 84 saliyê de li Alma-Ataya Qezaqistanê koça dawiyê kir.

Bariyê Elî Paşa, Helbestvan, nivîskar, şanoger, Endamê Civata Qelem an ku (PEN) a Kurd û Endamê (PEN) a Navnetewî bû.

Barîyê Elîyê Paşê di 25`ê Tebaxa 1937`an li Nehiya Masîsa Ermenîstanê, li gundê Demîrçîyê di nav malbeteke binav û deng ê kurd de ji dayik bûye.

Sala 1989`an dema şerê li ser Qerebaxa çiyayê di navbera Ermenî û Azeriyan de malbata “Barîyê” jî tevî hemû kurdên Misilman ji Komara Ermenîstanê ve diçe Komara Azerbaycanê.

Sala 1998`an diçe Qezaqistanê, bajarê Alma Atayê. Li vir jî ew bi awayekî ektîv tevî karê civakî dibe. Di nav xebatên Yekîtiya Kurdên Qezaqistanê de wekî mamostê ziman û wêjeyê kar dike.

Barîyê Bala xwedanê deh pirtûkên weşandî ye. Pirtûka wî ya yekem sala 1974`an a bi navê “Dinya min” li Ermenîstanê ronayî dibîne. Sala 1994`an li Azerbaycanê pirtûka wî ya dudayan bi navê “Kuda Herim” tê çapkirin.

Bariyê Bala, di piraniya çalakiyên netewî de, yan bi xwe rêkxer bû, yan berdewam beşdar bû.

Sala derbasbûyî bi hilkefta salvegera şehîdbûna rêber mezin “Dr.Qasimlo”, Mamosta Balî yek ji pêkhêner û beşdarê semînarekê bû li ser Dr. Qasimlo.

Bi wefata Bariyê Bala, stêrkeke geş ji esmanê çand û wêjeya Kurdan vemirî.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bona koça dawiyê wî kesayetiyê xwedî ked û mezin, herwisa dostê xwe yê emegdar dilgiran e û sersaxiya xwe pêşkêşî malbat û kes û karê Bariyê Bala û hemû gelê kurd dike û xwe hevparê xema wan dizane.