Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî naskirî li bajarê Urmiyê çû ber dilovaniya xwe

17:26 - 2 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Kesayetiyê naskirî yê bi navê “Dr. Nasir Qasimlû” bi sedema sekinîna dil çû ber dilovaniya xwe.

Roja Yekşemî 12`ê Cozerdana 1398`an (2`ê Hezîrana 2019`an) “Dr. Nasir Qasimlû” kurê “Dr. Elî Qasimlû” li temenê 60 saliyê, çû ber dilovaniya xwe.

 “Dr.Nasir”, birazayê şehîd “Dr. Ebdulrehman Qasimlû” bû û xwediyê bawerînameya Dixtoriya çêkirina dermanan bû, û herwisa kesayetiyê hezkirî û cihê baweriya gelê Kurd li bajarê Urmiyê bû.

Xwedêjêrazî hertim şanazî bi vê yekê dikir ku, ser bi malbata nîştimanperwer a Qasimlû û birazaiyê şehîd “Dr. Ebdulrehman Qasimlû ye.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbata mezin a Qasimlû, xizm û kesûkarên xwedêjêrazî û xwe şirîkê vê xema van dizane.