Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî naskirî û nîştimanperwer li bajarê Urmiye koça dawiyê kir

17:43 - 16 Şibat 2022

Hecî “Umer Îbrahîmî”, kurê seyîd “Me`irûf”, kesayetiyê naskirî û nîştimanperwer yê li navçeya Soma û Bradost a girêdayî bajarê Urmiye, roja Sêşemî 26`ê Rêbendanê, li yek ji nexweşxaneyên bajarê Urmiye koça dawiyê kir.

Xwedêjêrazî kesayetiyekî nîşmanperwer bû. Û navbirî li sala 1315`an li malbateke kurdperwer û naskirî yê bajarê Urmiye li gundê “Gelexir” a li navçeya Soma û Bradost jidayîk bibû.

Hecî seyîd “Omer Îbrahîmî”, kesaiyetiyekî naskirî û cihê baweriya xelkê navçeyê bû û herwisa çendîn endamên malbata wî li nav refên pêşmergeyên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê de bûne.

Termê xwedêjêrazî di nav girseya xelkê kurdperwer yê bajarê Urmiye û derdorê li gurstana “Mîrava”ya Terizliya bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê ji malbat û kesûkarên Hecî seyîd “Umer Îbrahîmî”re dibêje û xwe hevparê xema wan dizane.