Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî naskirî yê bajarê Kamiyaranê koça dawî kir

22:11 - 2 Çirriya pêşîn 2020

Hecî "Ebdullmihemed Perwîzî" kesayetiyek naskirî û xweşnav yê xelkê bajarê Kamiyaranê çû ser dilovaniya xwedê.

Roja înê rêketa 11ê Rezber ya 2720 a Kurdî, demjimêr 2ê nîvro bi dema Kirmaşanê, Hecî "Ebdullmihemed Perwîzî" kesayetiyekî naskirî û xweşnav çû ser rehma Xwedê.

Hecî "Ebdullmihemed Perwîzî" kurê Mecîd Perwîzî û Asiye Îbrahîmî, sala 1328an a Rojî li gundê "Gumete" a ser bi bajarê Kamiyaranê ji dayîk bû û piştî mirina bavê xwe li sala 1350an, di bajarê Kamiyaranê de akincî bû.

Hecî "Ebdullmihemed Perwîzî" ji malbatên şehîd "Ebas û Tayer Perwîzî û şehêdan Îsmaîl û Salar Îbrahîmî" bû û cihê îşarekirine ku kurek Hecî "Ebdullmihemed Perwîzî" yê bi navê "Kerîm Perwîzî" pêşmergê Hêza Pêşmergê Kurdistanê ye û di refa têkoşerên PDKÎ de ye û herwisa Endamê Desteya Kargêrî ya wê Partiyê ye.

Hecî "Ebdullmihemed Perwîzî", ku bi dirêjahiya temenê xwe kesekî xakî û xelkî bû, piştî ku kurê wî tevlî refên Hêza Pêşmergê Kurdistanê bû, berdewam bo heyma nêzî bi 20 salan li jêr givaş û lêpêçîna Dezgeheha Îtilaata rejîmê de bû.

Roja Înê rêketa 11ê Rezberê, Hecî "Ebdullmihemed Perwîzî" di temenê 71 salî de bi sedema nexweşiyê çû ser rehma Xwedê.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbata Perwîzî, Îbrahîmî û tev xelkê têkoşer yê Kurdistanê û xwe hevparê xema wan dizane.