Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî navûdeng çû ser dilovaniya xwe

16:48 - 28 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Kesayetiyî naskirî û cihê baweriyê, li bajarê Mehabadê çû ser dilovaniya xwe.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê,  roja Sêşemî 6`ê Sermaweza 1397`an,  xwedêjêrazî, Mihemedemîn Erseng, kesayetiyî naskirî û navûdeng yê herêma  bajarê Mehabadê, li temenê 80 saliyê de, koça dawiyî kir.

Xwedêjêrazî Mihemedemîn, birayî şehîd Kerîm Erseng bû, û navbirî kesekî cihê baweriyê bû di nav xelkê deverê de, û termê navbirî di nav girseya xelkê deverê de bi axê hate sipartin.

Şehîd Kerîm Erseng, li sala 1338`an, li gundê  Qozilû Bçûk jidayîk bibû, û rêkefta 7`ê Gelawêja 1362`an, li Qere Qişlaxî a girêdayî bajarê Mehabadê, di encama şerê li dijî dagîrkarên Kurdistanê, tevlî karvana şehîdên Kurdistanê bûye.

Şehîd Kerîm, di heyama pêşmergayetiya  xwe de, bi sedema lêhatîbûnê şiyabû, bibe cihgêr Lik û wezîfeya pêşmergayetiya xwe heya dema şehîdbûnê  di vê astî de derbaz kir.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbata wî kesayetiyê naskirî, û xwe şirîkê vê xema van dizane.