Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî nîştemanperwer di Kurdistna Tirkiyê de wefat kir

22:03 - 9 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Refet Botan kesayetiyê nîştemanperwer ê Kurd di Kurdistana Tirkiyê de bi sedema nexweşiyê di temen 67 saliyê de çû ber dilovaniya xwedê.

Li gor rapora Kurdistanmedia, di roja Duşemî bervara 7’ê Tîrmeha 2014’an de, kesayetiyê naskirî û xebetkarê Kurd Refet Botan naskirî bi Refet Baranî xelkê Baçkalan a Kurdistana Bakûrê bi sedema rawestana dil koça dawiyê kir.

Refet Botan dostekî nêzîkê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û hevxebatê rojên sext ên raperîna salên 1967 û 1968’an û tev şehîd Niho Şikak bû, navbirî di serdemê şerê dijî rejîma Îslamî a Îranê weke piştîwan û harîkarê nêzîk ê tekoşerê PDKÎ, xizmetekî berçav bo nîştemana xwe kir.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, serxweşî ji malbat û kes û karê Refet Botan dike û xwe di xem û pejara wan de bi şerîk û pişikdar dizane.

Riha wî şad