Kurdistanmedia: Kesayetiyekî nîştimanperwer û dilsoz li bajarê Mehabadê çû ber dilovaniya xwe.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Duşemî 2`ê banemerê xwedêjêrazî, Mehmûd Mêhmandûst naskirî bi Mehmûd Kurde, xelkê bajarê Mehabadê çû ber dilovaniya xwe.
Xwedêjêrazî birayê şehîd Îsma`îl Xizirî û Xidir Xizirî naskirî bi Xidiresûr bû.
Şehîd Xidiresûr yek ji fermanderên Partiya Demorkat bo, navbirî fermnaderê hêza Şehîd Pêşewa bû, ku li rêkefta 7`ê Xezelwera 1366`an li Terexeyê di şerekê de li hemberî hêzên dagîrkarên Kurdistanê tevlî karvana şehîdên Kurdistanê bû.
Herwisa şehîd Îsma`îl Xizirî, naskirî bi Rizgar li rêkefta 30`ê Xakelêweya 1359`an, li ser riya dinavbera Umriye bo Mehabadê, li şerê li hemberî hêzên dijmn şehîd bû.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî û xwe şirîkê vê xema van dizane.