Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî nîştimanperwer çû ber dilovaniya xwe

13:32 - 8 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Kesayetiyê nîştimanperwer û dilsoz û xebatkarekî mandînenas yê xelkê bajarê Neqedê çû ber dilovaniya xwe.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, êvariya roja Sêşemî rêkefta 17`ê Banemera 1398`an, Reşîd Birêncî, kesayetiyê xebatkar û dilsoz yê xelkê bajarê Neqedê koça dawiyê kir.

Xwedêjêrazî Reşîd li sala 1311`an li bajarê Mehabadê li malbateke Kurdperwer jidayîk bûye, û wî kesayetiyê nîştimanperwer li xwedingeha Komara Kurdistanê li warê xwendinê di nav dersxanan de gellek lêhatî û çalak bû.

Xwedêjêrazî bi sedema lêhaîtbûnê ji aliyê Pêşewa Qazîmihemed ve hatibû xelatkirin.

Hezkirî û girêdaiy rêbaza şehîd Pêşewa bû, û heya dawiya jiyana xwe emegnasê vê rêbazê ma, û bi berdewamî derheq Komar û ezmûnên Komara Kurdistanê bo ciwanên Kurd yên vê deverê diaxvit.

 Navbirî tevî hevxemî û nîştimanperwerî bûnê, her di destpêka xortbûna xwe de, endamê PDK bû.

Xwedêjêrazî li sala 1360`î bi sebeba alîkarîkirina digel lşehîd Ebdulah Qadirî Azer, endamê Komîteya navendî û nûnerê Hizbê li dervey welat hatibû desteserkirin û heya sala 1362`an, li girtîgehên rejîmê rastî azar û îşkencekirinê hatibû.

Herwisa bi sebeba azar û îşkencekirinên zêde li girtîgehê, pê û çûkên wî bi dijwarî azar hebûn.

Xwedêjêrazî li bajarê Neqedê wekî, kesayetiyekî cihê baweriyê dihate naskirin, û herwisa xwedêjêrazî digel hemû tevgerên Kurd de pêwendî hebûye.

Termê xwdêjêrazî di nav girseya xelkê deverê bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.

Xwedêjêrazî, bavê Hejar Birêncî endamê PDKÎ ye.

Hejar Birêncî endamekî dilsoz yê PDKÎ ye û hevdem alîkar û şvêrmendê serekî yê dezgeha ragehandina PDKÎ ye.

Partyia Demokrat a Kurdistana Îran û Dezgeha Ragehandina Giştî ya Partiya Demokrat, tevî nerhetbûna xwe ji ber jidest dana wî kesayetiyê nîştimanperwer sersaxiyê dibêje, malbat, xizm û kesûkarên xwedêjêrazî û xwe şirîkê vê xema van dizane.