Kurdistanmedia: Kesayetiyekî nîştimanperwer û dilsoz yê xelkê bajarê Neqedê çû ber dilovaniya xwe.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Duşemî 13`ê Cozerdana 1398`an, Îsma`îl Mihemedî naskirî bi Îsma`îl Sofî Bayezîd, kesayetiyê dilsoz û nîştimanperwer yê xelkê gundê Dîlançî a girêdayî bajarê Neqedê koça dawyî kir.
Xwedêjêrazî, kesayetiyekî dilsoz û nîştimanperwer û pêşmerge dost bû, û herwisa cihê baweiriya xelkê bajarê Neqedê bû.
Termê xwedêjêrazî di nav girseya xelkê deverê bi axê hate spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje xizm, kesûkarê û malbata xwedêjêrazî û xwe şirîkê vê xema van dizane.