
Kurdistanmedia: Kesayetiyekî nîştimanperwer li bajarê Şinoyê, çû ber rehmetê.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Şemî rêkefta 27`ê Gelawêjê, (18`ê Tebaxê) “Hecî Melaqadir Qurbanî” xelkê gundê “Çeperavê” a girêdayî bajarê Şinoyê li temenê 96 saliyê de çû ser dilovaniya xwe.
Xwedêjêrazî hevdem kesayetiyekî nîştimanperwer û olî û civakî di deverê de bû, herwisa malbateke dilsozê hizbê û nîştimanperwer bû.
Berê kurekî xwedêjêrazî kadrê PDKÎ bûye ku piştî heyamekê pêşmergayetîkirinê li ser îzna hizbê vedigire navxwey welat.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sersaxiyê dibêje malbata xwedêjêrazî, û xwe şirîkê vê xema wan dizane.