
Kurdistanmedia: Kesayetiyekî dilsoz û nîştimanpewer yê xelkê bajarê Mehabadê, çû ber rehmetê.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Yekşemî rêkefta 8`ê Rezbera 1397`an (30`ê Îlonê), hecî “Usman Şîlanî” kesayetiyê nîştimanperwer li bajarê Bokanê koça dawiyê kir.
Wî kesayetiyê dilsoz û nîştimanperwer ku bi hemû hêz û şiyana xwe xizmeta tevgera rizgariya neteweyî a Kurd dikir, mal û darayiya xwe bo ciwanên pêşmerge xerc dikir.
Hecî “Usman Şîlanî” xelkê gundê “Sûnas” a mezin a girêdayî bajarê Mehabadê bû, û li temenê ciwaniyê de bû endamê hizbê û tevlî refên hizbê bibû, û piştî xebata eşekere ya Hizbê, mala wî bo şoreşgeran û ev malbatên ku ji çengê zilm û zordariya rejîma ku nû gihîşitbû desthilatê reviyabûn, û bibûne penaber di çiya û gundan de, di mala Hecî de divehewiyan.
Hecî “Usman” bi sedema vehewandina şoregeran zêdeyî caran rastî gefxwarin û tirsandinê dihat; lê tu demî deriyê mala xwe li ser hizbê de danexist.
Navbirî di civînekê de ku di gundê “Sûnas” de tê lidarxistin, erka çavdêriyê bi ser karbarên vê civînê de girtibû stûyê xwe.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî, û xwe şirîkê vê xema wan dizane.