
Kurdistanmedia: Kesayetiyê naskirî û nîştimanperwer yê Kurd li bajarê Bokanê, bi sedema nesaxiyê koça dawyî kir.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, xwedêjêrajî “Ce`ifer Aramêş”, kurê “Elîferamerz” û birayê şehîdên bi navên “Kerîm û Silêman û Mihemed Aramêş” û kesayetiyê nîştimanperwer û naskirî yê devera “Çûma Mecîdxan” bû, li temenê 58 saliyê de di nexweşxaneyeke bajarê Tehranê de, çû ser dilovaniya xwe.
“Ce`ifer Aramêş” tevî wê ku birayên wî di şoreşa gelên Îranê, li dijî rejîma Paşayetiyê de bi awayekî çalak beşdarî kiribûn, di tevgera xelkê Kurdistanê de jî, piştevanê hertimî yê “Hêza Pêşmergê Kurdsitanê” bûn.
Navbirî bi sebeba pişteviyên berdewam yên xwe, çend caran ji aliyê hêzên rejîmê ve hatibû desteser kirin û azardan, û herwisa navbirî heya dawya jiyana xwe emegdarê rêbaza şehîdên Kurdistan, û Partiya Demokrat ma, hêviya wî lidar xistina cejna serkevtina pêşmerge û Rasana nû di Kurdistanê de bû.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizm û kesûkarên navbirî, û xwe şirîkê vê xema van dizane.