Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî nîştimanperwer li devera Pawe koça dawiyê kir

13:11 - 30 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: “Xefûr Mistefayî”, bavê “Teymûr Mistefayî”, Endamê Navenda Siyasî a Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, koça dawiyê kir.

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, evareya roja yekşemî, 8`ê Befranbarê, “Xefûr Mistefayî”, bavê “Teymûr Mistefayî”, Endamê Navenda Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, ku kesayetiyekî xweşnav ê devera Pawe, Ciwanro û Kirmaşanê bû, di temenê 90 saliyê de li mala xwe di bajarê Pawe de, çû ser dilovaniya xwe û îro duşemî di nav girseya xelkê de, termê navbirî bi axa pîroz a Kurdistanê hate spartin.

Xwedêjêrazî, sala 1308`an li malbatekî naskirî ya devera “Zerdoyî” hate dinyayê.

“Xefûr Mistefayî” di temenê xwe yê pir şanazî de hertimî yekek ji wan kesane bû ku bo parastina yekrêzî û pêkeve jiyana aştîyane di nav xelkê de hewil dida bo çareseriya arîşeyan û pêkanîna tebayiya civatî, roleke bandordar hebû.

Di heyama salên piştî şoreşa gelên Îranê de, xwedêjêrazî bi sedema malbata wî di şoreşa rewa ya xelkê Kurdistanê de, bi berdewamî di bin givaş û gefên hêzên serkutkar ên rejîmê de bû.

Navbirî çendîn caran bi sedema helwestên wî û serdana binkeyên hêza Pêşmergê Kurdistnê û pişteveniya jîrane li rêbaza ew xebata rewa ya ku kurê wî têde beşdar bû, rastî girtin û gef û eşkenceyekî dirindane ji aliyê hêzên rejîmê ve hat ku di dema xwe de, di belavokên hêzên opozisiyon de jî dengdan hebû.

Xwedêjêrazî tevî wan hemû bi serhatiyan ti carî û heta wê dema ku çû ser dilovaniya xwe jî, dest ber neda û amade jî nebû bo bistekê jî şikê li rewaya xebata rizgarîxwazane ya netewa xwe bike. Her ew bivêre û xweragiriya wî bû ku, wekî kesekî nîştimanperwer û çavnetirs li hember dirindetirîn rejîma serdem de, navbirî kiribû hezkiriyê hemû xelkê û cihê rêzê bal hemû kesê hebû.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, bi boneya koça dawî ya “Xefûr Mistefayî”, sersaxiyê dibêje malbat, kesûkarê navbirî û hemû xelkê nîştimanperwer ên devera Pawe û Zerdoyî, û xwe hevparê xemê wan dizane.