Roja Şemî yê, 26`ê Rêbendanê, “Elî Hesenpûr”, xelkê gundê “Noşan” a bajarê Urmiyê, di nexwşxaneya “Arifiyan” a bajarê Urmiyê de, koça dawiyê kir.
“Elî Hesenpûr”, kesayetiyekî welatparêz û xoştewî, kesayetiyeke berçav, yê dewerê bû.
“Elî Hesenpûr”, piştî serkevtina şoreşa gelên Îranê, çeka pîroz a “Hêza Bergirî a Millî”, di nawa refên xebatkarên PDKÎ yê de, hilgirt û di şerên di naw bajarê Urmiyê û geliyê Bend ê de, nîşanda ku heya çi astekê, amadeyê fîdakariyê li pêxema rizgariya Kurdistanê û azadiya netewa xwe ye.
Di şerê Bend ê de, “Elî Hesenpûr” karî hêlîkoptereke dujmîn bêxîne xwarê û ew wekî şanaziyekê di jiyana “Elî Hesenpûr” de, hate tomar kirin.
Termê “Elî Hesenpûr”, di nava girseya xelkekî zafe dewerê, di Goristana gundê “Noşan”ê de, bi axa pîroza Niştîman hate sipartin.
PDKÎ, tevî xembarbûna xwe, sersaxiyê dide malbat, xizim û kesên “Elî Hesenpûr” û xwe şirîkê xema wan dizane.