Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî welatparêz di devera Soma û Biradostê de koça dawiyê kir

13:13 - 30 Nîsan 2020

Roja Çarşemî, 30 ê Nîsana 2020`an, kesayetiyê naskirî yê devera Soma û Biradost a ser bi bajarê Urmiyê yê bi navê Hecî “Ewdilbaqî Giramî” û xelkê gundê “Keynêsî”, di temenê 90 saliyê de çû ser dilovaniya xwe.

Hecî “Ewdilbaqî Giramî” kesekî xweşnav û cihê baweriya xelkê deverê bû û tim amade bû ku xizmeta Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê û gelê xwe bike.

Li destpêka xebata PDKÎ di deverê de, mala wî cihê man û bêhnwedana pêşmergeyan bû û di wan deman de hemû cure alîkariyeke hewce bi PDKÎ û Pêşmergê Kurdistanê re dida.

Termê Hecî “Ewdilbaqî Giramî”, bi amadebûna xelkê devera Soma û Biradost a ser bi bajarê Urmiyê di nav girseya wî de bi axa piroz a Kurdistanê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê dibêje malbat, xizim û kesûkarê xwedêjêrazî û xwe şerîkê xema wan dizane.