Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî welatparêz di nawça Enzela Urmiyê koça dawiyê kir

11:31 - 16 Tebax 2020

Kesayetî û mirovekî welatperwer û xelkê gundê Qûcix a nawça Enzela Urmiyê bi navê Şihabedîn Ehmedî çu ber dilovaniya xwe.

Roja 14ê Tebaxa 2020an Mam Şihabedîn Ehmedî kurê Sofî Mehmûd xelkê gundê Qûcix girêdayî yê nawça Enzela Urmiyê di temenê 86 saliyê de bi hegera nesaxî û pîriyê koça dawiyê kir.

Mam Şihabedîn kesekî kurdperwer û cihê hitbara nawçên Enzel û Kinarberoj bû, û rolekî berçav li çareseriya kêşên xelkê deverê de hebû.

Mam Şihabedîn Ehmedî dost û piştîwanê hertimiye şoreşê û PDKÎ û hêza Pêşmerge li we herêmê de bû û derê mala wî bo xizmet bi Pêşmerge herim li ser piştê bû.

Di sala 1363ê dema ku rejîmê êrîşa seranserî kire ser piraniya deverên Rojhilatê Kurdistanê, û gelek bêrehmane gund û bajar pê topbaranê kavl dikirin û rehm bi jin û zarokan jî nedikir, hevjîna Mam Şihabedîn ya bi navê Nazê bi hegera topbarana gundê Qûcix şehîd bû.

PDKÎ sersaxiya xwe pêşkêşî malbat û kesûkarê Mam Şihabedîn Ehmedî û xelkê Gundê Qûcix dide û xwe şirîkê xem û nerehetiya wan dizane.