Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî welatparêz koça dawiyê kir

11:37 - 26 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Kesayetiyekî welatparêz û kurê şehîdekî PDKÎ li bajarê Urmiyê koça dawiyê kir.

Li gora nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, kak Yusif Pawîr kesayetiyekî welatparêz û xelkê gundê “Wermezyar” a ser bi navçeya “Berandêz” a Urmyê çû ber rehmetê.

Navbirî kesayteiyekî welatparêz û cihê baweriya xelkê navçeyê bû, û termê navbirî di nava girseya xelkê de bi axê hate spartin.

Navbirî heya dawîn demên jiyana xwe bi rêbaza bavê xwe emegedar ma.

Kek Yusif kurê şehîd Elî Pawîr berpirsê gumrika PDKÎ li ser sînorê di navbera Tirkiye û Îranê bû ku ji aliyê kirêgirtiyên rejîmê ve di gundê “Şikewtan”ê de hate terorkirin. Tirba vî şehîdî di navçeya Şemzînan a Bakûra Kurdistanê de ye.

PDKÎ sersaxiyê dibêje malbat û xizm û kesûkarê navbirî, û xwe di xema  wan de hevpar dizane.