Kurdistanmedia: Kesayetiyekî xweşnav û welatparêz ê xelkê devera Selmasê koça dawî kir.
Pêka nûçeya ku gehîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Şemî, 21 ê Befranbarê, kesayetiyekî xweşnav û welatperwer bi navê “Seyîd Izet Seyîdsalihî”, kurê “Seyîd Şemsedîn” û xelkê gundê “Gerdiya” û akinciyê Bajêrge, bi hegera nesaxiyê li welatê Tirkiyê koça dawî kir.
“Seyîd Izet” bo heyamê 5 salan pêşmergê PDKÎ bû û gelek mêrxwasane di şerê parastina Kurdistanê de beşdarî kir.
Seyîd Izet piştî 5 salan pêşmergayetî, li ser îzna Hizbê vegerya bo nav malbata xwe.
Mala “Seyîd Izet” cihê weheviyan û bavira pêşmergan bû û heta dawiya jiya xwe, herwisa emegdar ma bi rêbaza şehîdan û serê xwe bo dujmin netwand.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiya xwe pêşkêşê malbat û kesûkarê Seyîd Izet dike û xwe şirîkê xema wan dizane.