
Hecî Derwêş Qadirî kesayetiyê naskirî û welatparêz ê gundê Çariya Selmasê koça dawî kir.
Roja Pêncşemiyê 5ê Çirriya paşîn Hecî Derwêş Qadirî kesayetiyê naskirî û welatparêze Selmasê û bavê şehîd Mela Husên Qadirî û Mihemedsalih Qadirî Pêşmergê Kurdistanê, di temenê 101 saliyê de, çu ber dilovaniya xudê.
Kurekî Hecî Derwêş yê bi navê Mela Husên Qadirî endamê PDKÎ bû ji aliyê rejîmê ve hate girtin û di reşçalan de hine îşkence danê ku piştî evê di zînanê de derkevt, bi hegera bandora îşkencê canê xwe ji dest da û tevlî şehîdên Kurdistanê bû.
Herwisa kurekî dinêye Hecî Derwêş bi navê Mihemed Salih Qadirî her di destpêka dehka 60ê ve tevlî refên Pêşmergên Kurdistanê bû û nahajî bi serbilindî berdewame û berpirsê peywendiyên Kurdistaniye PDKÎ ye.
Hecî Derwêş Qadirî ew mirovê xwebawer û berxwedêr bû, ku bi sedema serînetewandina li hember zulm û zordariya derebegatiya serdema rejîma paşatiyê, û herweha bi sedema vê ku li serdema rejîma axûndî de, kur û birazî û kesên herî nêzîk ên wî bi awayê eşkere û nihênî, di nava tevgera rizgarîxwaziya Kurdistanê de xebatê dikin, çendîn carî ji aliyê rejîma Îranê ve hate girtin û kete bendîxanê û hate îşkencekirin.
Piştî wan hemû îşkenceyan, dîsan berdewam bi awayên curbicur ji aliyê rejîmê ve dihate azardan.
Çîroka serpêhatiya Hecî Derwêş û xweragiriya wî li hemberî zulm û zordarî û îşkenceya ji aliyê rejîma Îranê ve, ku wek mirovê hesinîn hatibû naskirin, bi sedema îradeya hesinîn û baweriya kûr ya wî bi rêbaza neteweyî, bibû kesayetiyê herî naskirî di wê herêmê de, û ew xweragiriya wî ew kiribû kesayetiyê cihê rêz û xwedîpêgeh ê civakî û welatparêziyê li herêma Selmas û Urmiyê.
Termê xudê jê razî hecî Derwêş di Goristana gundê Çariyê bi axa pîroze Kurdistanê hate sipartin.
PDKÎ sersaxiyê dide malbat û kesûkarê Hecî Derwêş Qadirî û xwe hevparê xema wan dizane.