Kurdistanmedia: Kesayetiyekî xweşnav li bajarê Neqedê, koça dawiyê kir.
Li gorî nûçeya ku gohîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Înê 28`ê Pûşperê, kesayetiyekî xweşnav û nîştimanperwer ê bajarê Neqedê, bi navê “Elî Helac” koça dawiyê kir.
Navbirî kesayetiyekî xemxwar, û nîştimanperwer û dilsoj, ku cihê baweriya xelkê bajarê Neqedê bûye.
Termê xwedêjêrazî dinav girseya xelkê deverê de bi axê hate sipartin.
Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê ji malbat, xizim û kesûkarên navbirî re dibêje û xwe bi şerîkê wê xema wan dizane.