Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Kesayetiyekî xweşnav çû ber dilovaniya xwe

16:46 - 26 Çirriya paşîn 2019

Kurdistanmedia: Kesayetiyekî naskirî û hezkiriyê xelkê, li bajarê Banê, koça dawiyê kir.

Pêka nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, roja Yekşemî 3`ê Sermawezê, kesayetiyekî xweşnav bi navê ”Mehmûd” kurê “Hacî Kerîm” xelkê gundê “Berdereş” a bal Sutû a girêdayî bajarê Banê, koça dawiyê kir.

Navbirî, kesekî nîştimanperwer û pêşmergedost bû, û mala wî tim cihê bêhnwedana hêzên Pêşmergên Kurdistanê bû.

Termê xwedêjêrazî di nav girseya xelkê deverê de, bi axê hate spartin.

Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyê ji xizim, kesûkar û malbata navbirî re dibêje û xwe bi şerîkê xema wan dizan e.